Îro alîkariya Hevpeymanan ji bo Wezareta Pêşmerge tê xerc kirin
Kurdistan 11:15 AM - 2025-07-07
PUKMEDIA
Diravê Êraqî
Biryar e, îro alîkariya Hêzên Hevpeymanan ya heyva Hezîranê li
ser hejmara Efser, Piledar, Pêşmergeyên Lîwayên Hevbeş yên Wezareta Pêşmerge bê
razandin ku hejmara wan zêdetirî 64 hezar kes in.
Rêveberiya Giştî ya Jimêryariya ya Wezareta Pêşmergeyan di
daxuyaniyekê de ragihand ku, Îro, Duşem rêkefta (07-07-2025) an diravên
alîkariya heyva Hezîranê li ser hejmara Efser û Piledar dê bê razandin ku ew
dikarin werbigirin.
Wezareta Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku di vê heyvê de 64
hezar û 244 Efser, Piledar û Pêşmerge dê sûd ji wê alîkariyê werbigirin.
Ev yek di demekê de ye ku , Hêzên Hevpeymanan heyvan e 20 heya
25 milyon dolaran wek alîkariyê ji bo Lîwayên Hevbeş yên Pêşmerge dişînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

