Nekokiyên Trump û Musk li Amerîkayê partiyek nû ava kir
Cîhan 11:35 AM - 2025-07-06
Ajans
Milyarderê Amerîkî Elon Musk û serokê Amerîka Donald Trump
Milyarderê Amerîkî Elon Musk, Piştî ku nekokiyên wî yên bi Serokê Amerîkayê
Donald Trump re zêde bûn, wî avakirina partiyeke siyasî ya nû bi navê
"Amerîka" ragihand.
Milyarderê Amerîkî Elon Musk hevalekî nêzîk ê Trump bû, ku
berê gotibû ku 277 milyon dolar ji bo kampîna hilbijartina Trump bexş kiriye,
lê têkiliya wan her tim diguhere û ji ber nekokiyên berfireh ên piştî
pejirandina qanûna budçeyê, partiya sêyemîn a Musk di bin dirûşma "Werin
em azadiyê ji gel re vegerînin" de, bi nave Amerîka ragihand.
Trump Musk wekî serokê "Rêveberiya Karîgeriya
Hikûmetê" erkdar kiribû, lê kêmkirina bac û xerciyê têkilî aloz kirine û
di navbera wan de dijberî çêkirine, û niha bi afirandina vê partiya nû, Musk
dixwaze bi Trump re pêşbaziyê bike.
Berê, Elon Musk li ser tora civakî X rapirsî pêk anî û
pirsî: "Gelo divê li Amerîkayê partiyeke siyasî ya nû were avakirin?",
rapirsiyê nîşan da ku 65% ji beşdaran dengê "erê" dane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

