Serok: Şaneyên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê ne
Îraq 04:08 PM - 2025-07-02
Ragîhandina Serokkomar
Dr. Letîf Reşîd, Serokkomarê Iraqê
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd got ku fikra DAIŞê hîn jî wek gefek berdewam dimîne.Erkê civaka navneteweyî ye ku li dijî îdeolojiya DAIŞê şer bike û divê destûr neyê dayîn ku DAIŞê hebe û kar bike.
Di hevpeyvîna xwe ya dawî de bi Radyoya Neteweyî ya Spanyayê re, serokkomarê Iraqê bal kişand ser cihê DAIŞê û got:"Hin ji şaneyên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê mane û em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi hikûmeta Sûriyeyê re ji nêz ve hevkariyê dikin.’’
Dr. Letîf Reşîd behsa fikarên şerê li hin deverên rojhilat dike."Li Rojhilata Navîn her kes ji êrîşên berdewam ên Îsraîlê nîgeran e, çi li dijî Filistîniyan, Îran, Lubnan, Yemen, an gelek deverên din be, û divê ew rawestin.’’
Ew hêvî dike ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de berdewam bike ku bibe agirbestek daîmî û êrîşên din çênebin, tevî bombebarana rojane ya Îsraîlê ya li ser Xazzeyê, ku bi dehan an jî bi sedan sivîl û zarokên bêguneh dikuje.’’
Serokê Iraqê got ku sînorê her du welatan 400 kîlometre ye."Têkiliyên Îran-Iraqê pir baş in û Îran cîranê me ye. Me zêdetirî 1400 kîlometre sînor bi hev re hene. Ev têkilî ne nû ne, ew kevin in û têkiliyên me yên berfireh bi Îranê re hene.
Serokê Iraqê ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re di hewildanên wî yên ji bo pêkanîna aştiya cîhanê de serkeftin xwest."Bêyî aştiyê, em ê hemî ji hêla aborî, civakî û dîplomatîk ve cefayê bikşînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

