Komîsyon hûrbîniyê di lîstên berbijêran de dike
Kurdistan 01:05 PM - 2025-06-27
PUKMEDIA
Berdevka Komîsyonê Cûmana Xelayî
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraqê ragihand
ku hûrbînî di lîstên berbijêrên Hilbijartina Parlemana Êraqê de dest pê
kiriye, û berdevka komisyonê jî
dibêje: Hejmara navên berbijêran gelek in û dem ji bo vê proseyê pêwîst e.
Cûmane Xelayî ,
Berdevka Komîsyona Bilind ya Serbixwe
ya Hilbijartinên Êraqê ragihand piştî ku duh roja Pêncşemê rêkefta (26-06-2025)
an dema tomarkirina navên berbijêran ji bo Hilbijartina Parlemana Êraqê bi dawî
bû, komisyonê dest bi hûrbînîkirinê di navên wan berbijêran de kir ku ji bo
beşdarîkirina di hilbijartinê de hatine pêşkêşkirin.
Her weha aşkere kir
ku, proseya hûrbîniyê di navên berbijêran
de proseyek e girîng e û gelek dem ji bo wê pêwîste, ji ber ku hejmara navên berbijêrên
ku ji komîsyonê re hatine pêşkêşkirin gelek in.
Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê (YNK) ji bo beşdarîkirina
di Hilbijartina Parlemana Êraqê de navên serokên list û berbijêrên xwe pêşkêşî
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraqê kiriye ku hejmara wan li
parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Neynewe, Diyale, Selahedîn û
Bexdayê nêzîkî 200 berbijêr in.
Ev yek di demekê de
ye ku Civata Wezîrên Êraqê roja (09-04-2025) di civîn xwe ya asayî de roja (11-11-2025)
an wek roja encamdana Hilbijartina Parlemana Êraqê destnîşan kiribû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

