Serok Wezîr: Hikûmeta federal dê şandeyekê bişîne Herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe
Kurdistan 12:22 PM - 2025-06-25
PUKMEDIA
Mûçe
Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê ji
bo gotûbêjê li ser pirsa mûçeyên karmendan û hejmarek mijarên din civînek li
dar xist.
Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di
civîneke rojnamevanî de piştî civîna encumenê got: Hikûmet dê hewlên xwe bide
ji bo peydakirin û misogerkirina mûçeyên karmendên xwe.
Got jî: Em spasiya hemû welatiyan, bi taybetî karmendan dikin
ji bo sebir û berxwedana wan a li ser birîna neqanûnî ya mûçeyên wan ku tiştekî
ne destûrî ye, û divyabû mijara mûçe bi ti nekokiyên din re neyê tevlihevkirin.
Em ê bi piştgiriya welatiyan ji bo derbaskirina krîza heyî bixebitin. Em ê dev
ji ti mafê destûrî yê gelê Kurdistanê bernedin, biryar hatiye dayîn ku şandeyek
ji Herêma Kurdistanê re were şandin da ku diyalogek rastîn bike derbarê mijara
mûçe û çareserkirina wê de.
Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê got, Em hêvî dikin ku bi
hikûmeta federal re bigihîjin encamek erênî û bikaribin mûçeyên karmendan dabeş
bikinû hikûmeta Herêmê di xizmetkirina welatiyan de pabend e.
Derbarê ji nû ve
destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî got,
Pirsgirêkên teknîkî hene, û em bi berdewamî bi hikûmeta federal re di têkiliyê
de ne da ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev pirsgirêk ti têkiliya wê bi Herêma
Kurdistanê re tune, lê bile bi kampaniyên petrol re heye ku desftiyên darayî bo
derxistina petrolê dixwazin ve girêdayî ye. Me di vî warî de gelek civîn li dar
xistin.
Wî berdewam kir: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hewl û
diyaloga xwe bi hikûmeta federal re ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan, ku
mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye bidomîne. Em ê tu carî deriyên diyalogê
negirin, û em amade ne ku hemî pirsgirêkan bi diyalog û têgihîştinê çareser
bikin.
Eşkire kir: Şandeya
ku dê serdana Herêma Kurdistanê bike, şandeyeke pile bilind e ku dikare
biryaran bide. Me bi Serok Wezîrê federal re axivî ku ev şande dê bi Herêmê re
li ser mijara mûçe û xercên darayî gotûbêj bike da ku bigihîje çareseriyek
dawî.
Serok Wezîr got: Her çend em bi hikûmeta federal re
negihîjin rêkeftinekê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê tu carî dev ji mafên
destûrî yên gelê Kurdistanê bernede. Em ê her hewlekê bidin, piştgiriyê bidin
welatiyên xwe, û her tiştê ku ji destê me tê bikin da ku mûçeyên wan bi rêya
dahatên navxweyî peyda bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

