Di şerê 12 rojan de zêdetirî 6 hezar kes mirin

Cîhan 07:16 PM - 2025-06-24
Nexweşxaneyek li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hate hedefgirtin AFP

Nexweşxaneyek li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hate hedefgirtin

Îran Amerîka Asayîş

Di şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de zêdetirî 6,638 kes hatine kuştin û zêdetirî 6,000 kes birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê roja Çarşemê ragihand ku di şerê Îran-Îsraîlê de herî kêm 610 kes hatine kuştin û zêdetirî 4,700 kes birîndar bûne.

Wî got, "Di nav miriyan de 13 zarok jî hebûn, ku yê herî biçûk pitikek du mehî bû, ji bilî pênc bijîşk û karmendên tenduristiyê."

Di heman demê de, berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Karmanpûr ji Platforma X re got:"Hejmara mirî û birîndaran li Îranê, ku 5,310 e, tenê sivîlan digire nav xwe.’’

Îranê di roja yekem a êrîşên Îsraîlê de bi dehan fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşê û şeş zanyarên navokî winda kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê got:"Ji ber bombebaranên Îsraîlê heft nexweşxane û neh ambulans zirar dîtin.’’

Di heman demê de, ajansa alîkariyê ya Îsraîlê got ku di şerê bi Îranê re 28 kes hatine kuştin û zêdetirî 1,300 kes birîndar bûne.

Sibeha Înê, 13-6-2025, Îsraîlê di Operasyona Şêrê Serhildêr de, bi beşdariya nêzîkî 200 balafirên şer êrîşeke mezin li ser zêdetirî 200 hedefan da destpêkirin.

Li baregeha nukleerî û leşkerî ya Îranê, ku bi dehan fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşê û şeş zanyarên nukleerî kuştin, Îranê di bersivê de Operasyona Soza Rastîn ragihand.Çend rêze êrîşên mûşekî bersiv dan û îro, 24ê Hezîrana 2025an, şerê di navbera her du welatan de bi dawî bû, ku bû sedema zirara aborî ya girîng û wêrankirina binesaziyê li her du welatan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike