Rojnameyeke Amerîkî: Îsraîl dixwaze şer rawestîne
Cîhan 05:57 PM - 2025-06-23
Ajans
Nîşaneyên êrîşa Îsraîlê li ser bakurê Tehranê
Rojnameya Wall Street Journal ji zarê berpirsên Îsraîlî veguhestiye:"Piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, Îsraîl hewl dide êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Îranê bi dawî bike.
Rojnameyê ji çend serokên Erebî veguhestiye:"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji hevalbendên xwe yên Ereb re gotiye ku peyama ku Îsraîl dixwaze di demek nêzîk de êrîşên xwe yên li ser Îranê bi dawî bike, bigihînin Îranê," serokên Erebî gotin.
"Îran hîn jî pêwîst dibîne ku di rojên pêş de bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bide.''
Di vê navberê de, fermandeyekî leşkerî yê Îsraîlî ji Times of Israel re got:"Em amade ne ku êrîşên xwe yên li ser Îranê bi dawî bikin, bi şertê ku Îran êrîşên xwe yên li ser welatê me rawestîne.
Kanala 12 a Îsraîlê ragihand:"Tel Aviv bawer dike ku ew ê di rojên pêş de bigihîje armancên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê, bi vî awayî êrîşên xwe bi dawî bike.
Kanal du senaryo ji bo bidawîkirina şer weşandiye, ku tê de rawestandina şer a yekalî ji hêla Îsraîlê ve heye.
Yan jî bê guman, peymana agirbestê di navbera her du welatan de dê bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê were kirin.
Karbidestên Îsraîlî ji Journal re gotin ku agirbesta yekalî ji ber wê yekê ye ku ew bawer dikin ku piştî bidawîbûna bernameya nukleerî ya Îranê, divê welat wê qebûl bike û şer biqedîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

