Trump: Em karmendên xwe ji Rojhilata Navîn vedikişînin
Cîhan 09:56 AM - 2025-06-12
AFP
Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîkayê radigihîne:Rêveberiya wî dest bi kişandina karmendên xwe ji
Rojhilata Navîn kiriye, Wezareta Derve ya Amerîka ji welatiyên xwe xwestiye ku sardana
Êraqê nekin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di konserekê de li Navenda Kîndî
li Washingtonê got: Em karmendên xwe ji Rojhilata Navîn vedikişînin ji ber ku xuyaye
ku ciheke ne aram e.
Ev şîroveyên Trump piştî wê yekê tên ku rayedarên Amerîkî
gotin ku ew ê hin karmendên xwe ji balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê vekişînin.
Di vê navberê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê asta hişyariya
rêwîtiyê ji bo Êraqê da û ji welatiyên xwe xwest ku neçin wir.
Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got: Ji ber bê aramiya û
şiyana sînorkirî ya hikûmeta Amerîkayê ya dabînkirina xizmetên awarte ji
welatiyan re, em ji welatiyên xwe dixwazin ku neçin Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

