Konsulê Îranê bo YNKê:Girîngiyê didin peywendiyên navbera me
Kurdistan 01:31 PM - 2025-06-03
PUKMEDIA
Serdana şandeya payebilind ya Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê bo baregeha Mekteba Siy
Bi boneya
salvgera Yobîla Zêrîn ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û gihandina peyama pîrozbahiyên
Komara Îslamî ya Îranê; îro şandeke pilebilind ya Konsulxaneya Giştî ya Îranê li
Hewlêrê, bi serokatiya Feramerz Esedî, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê
li Herêma Kurdistanê, serdana baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê kir, û
ji aliyê Se`idî Ehmed Pîre, Endamê Mekteba Siyasî û Berdevkê YNKê ve hatin
pêşwazîkirin.
Feramerz Esedî,
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê, bal kişand ser peywendiyên
dostan e yên kevin di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) de, her wiha ronahî xist ser rola rihmetî Serok Mam Celal di
avakirin û pêşxistina van peywendiyên û hevrêzkirin û dostaniya di navbera her
du aliyan de destnîşan kir.
Her weha got: YNKê
xwedî dîrokek e têkoşîn û fedakariyê ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan e,Komara
Îslamî ya Îranê qîmetê dide vê têkoşîna dirêj û got: Em hêvî dikin ku hevrêzî û
peywendiyên dostan e bêtir bibin.
Se`idî Ehmed Pîre
spasiya beşdarbûna şandeyê kir û hêvî kir ku ev beşdarbûn bibe qonaxek ji bo nûhkirina
peywendiyên dîrokî û kevnar yên di navbera her du welatan de, û bal kişand ser rol û girîngiya Komara Îslamî
ya Îranê di piştgiriya gelê Kurd de di qonaxên cuda yên têkoşîna şoreşgerî ya
gelê me bi giştî û şoreşa nû ya bi serokatiya YNKê bi taybetî, her bi vê boneyê
Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê peyameke pîrozbahiyê ya nivîskî
ji bo Serok Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya YNKê bi boneya Salvegera
Zêrîn şand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

