Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Swîsreyê: Çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê
Kurdistan 10:11 AM - 2025-06-02
PUKMEDIA
Cîgirê Serokê Herêmê li gel Balyozê Swîsreyê civiya
Şêx Ceifer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê,duh
Yekşemê pêşwazî li Daniel Hohn, Balyozê Swîsreyê li Êraqê kir.
Di hevdîtinê de, têkiliyên dualî yên di navbera Swîsre û
Herêma Kurdistanê, pêşketinên dawî yên siyasî li Êraq û herêmê, avakirina
kabîneya nû ya hikûmetê li herêmê û têkiliyên di navbera herêm û Bexdayê de
hatin gotûbêjkirin. Pêdiviya çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de,
digel hejmarek mijarên din ên balkêş ên hevbeş, hate tekez kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser xurtkirina têkiliyên Swîsreyê bi
Herêma Kurdistanê û Êraqê re û girîngiya helwesteke yekgirtî di navbera
partiyên siyasî yên herêmê de di avakirina hikûmeta nû de kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

