Berdevkê YNKê: Girîng e ku em li herêmê hevgirtî bin

Kurdistan 06:41 PM - 2025-05-27
Sedî Ehmed Pîre PUKMEDIA

Sedî Ehmed Pîre

Mekteba Ragihandina YNKê

Mekteba Siyasî ya YNKê di bin serokatiya Serok Bafil de civiya.
"Herêma Kurdistanê di dilê guhertinên li herêmê de ye û YNK piştgiriyê dide avakirina hikûmetê û aktîvkirina parlamentoyê, da ku pirsgirêk û bûyerên nexwestî çareser bibin, û girîng e ku hewlên wan bibin yek."

Sedî Ehmed Pîre, berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji PUKMEDIA re wiha got:"Îro 27-5-2025, Polîtburoya YNK  li Silêmaniyê civînek li dar xist da ku li ser guhertinên li herêmê diqewimin, bi taybetî mijara aştiyê li bakur û aloziyên li Rojavayê Kurdistanê nîqaş bike.’’

"Herêma Kurdistanê di dilê guhertinên li herêmê de ye, ji bo vê yekê pêdivî bi hikûmet û parlementoyek bikêr heye, da ku em bi dijwarîyan re rû bi rû bin û pêşî li bûyerên nexwestî yên ku bi serê me de tên bigirin."

Sadî Ehmed Pîre got."YNK girîngiyê dide avakirina kabîneya nû û bawer dike ku girîng e ku hikûmet zû were avakirin û parlamento were aktîfkirin, ji ber ku bi vî rengî em dikarin bêtir hevkar bin û piştgiriyê bidin beşên din ên Kurdistanê."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket