159 partî, hevpeymanî û lîst dixwazin beşdarî hilbijartinê bibin
Îraq 11:08 PM - 2025-05-22
PUKMEDIA
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraqê
Dema tomarkirina
partî, hevpeymanî û lîstên takekesî ji bo beşdarbûna di Hilbijartina Parlemana
Êraqê de bi dawî bû,Berdevka komisyonê jî got: 118 partî, 25 hevpeymanî
û 16 lîstên takekesî xwe ji bo beşdarbûna di Hilbijartina Parlemana Êraqê navên xwe tomar kirine.
Cûmana Xelayî, Berdevka Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya
Hilbijartinên Êraqê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(PUKMEDIA) re got: Îşev 22/05/2025an, dema dawî ya tomarkirina navên
partî, lîst û hevpeymaniyan ji bo beşdarbûna di hilbijartina parlemanî de bi
dawî bû, ku 343 partî molet wergirtine, 60 partî têne damezrandin û 118
partiyên din jî dixwazin beşdarî hilbijartinê bibin.
Cûmane Xelayî got:66 hevpeymaniyên berê hene, pênc ji wan ji
aliyê Civata komîseran ve hatine pejirandin, 11 yên din li benda pejirandinê
ne, û 25 hevpeymanî dixwazin beşdarî hilbijartinê bibin.
Berdevka Komisyonê ragihand jî;16 lîstên takekesî ji bo
beşdarbûna di Hilbijartina Parlemana Êraqê de daxwazên xwe pêşkêş kirine.
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraqê roja Dûşemê
dema tomarkirina navên hevpeymaniyan, partî û lîstên takekesî ji bo beşdarbûna
di Hilbijartina Parlemana Êraqê de heta roja Pêncşemê rêkefta 22ê Gulanê dirêj
kiribû.
Ev yek di demekê de ye ku roja 9ê Nîsana 2025an, Civata
Wezîrên Êraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mihemed Şeyah Sûdanî civînek li dar xistIbû
û di civînê de roja 11ê Mijdara 2025an wekî roja encamdana Gera Şeşemîn ya Hilbijartina
Parlemana Êraqê destnîşan kiribû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

