Talebanî: Em gavek din nêzîkî avakirina kabîneya nû bûne
Kurdistan 04:37 PM - 2025-05-21
Daxuyaniya Qubad Talabanî
Qubad Talebanî li gel fermandarê hêzên hevpeymaniya navnetewî li Iraq û Sûriyê civiya
Cîgirê Serokwezîr Йubad Talebanî pêşwazî li General Kevin Lehî, fermandarê hêzên hevpeymaniya navneteweyî li Iraq û Sûriyeyê kir û li ser çend mijarên girîng ên hevbeş axivîn.
Civîn roja Çarşemê (21/5/2025) pêk hat û li ser hewldanên dawî yên ji bo avakirina hikûmeta pêşerojê nîqaş hatin kirin. Di vî warî de, Qubad Talebanî behsa civîna îro ya her du şandên danûstandinê YNK û PDK kir û rave kir ku civîn bi giştî erênî bû û gaveke din nêzîktirî avakirina kabîneya nû bû.
Di beşeke din a civînê de, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin. Herdu alî jî li hev kirin ku serkeftina pêvajoya aştiyê hem di berjewendiya gelên Kurd û hem jî Tirkiyê û hem jî di berjewendiya tevahiya herêmê de ye.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de, herdu aliyan geşbîniya xwe anîn ziman ku mafên hemû civakan dê di Sûriyaya nû de werin parastin.
Her wiha wan pêwîstiya civaka navneteweyî bi pêşkêşkirina alîkariyeke zêdetir nirxand da ku Sûriyaya nû ber bi aramiyê ve biçe û sîstemekê ava bike ku li gorî hêviyên hemû civakên cuda yên welêt be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

