Serokkomar û Serokwezîr encamên Lûtkeya Bexdayê nirxandin

Îraq 01:39 PM - 2025-05-20
Nivîsingeha Ragihandina Serokatiya Komarê Serokkomar ş Ser Wezîr

Nivîsingeha Ragihandina Serokatiya Komarê

Serokkomarê Êraqê Êraq

Serokkomar Dr. Letîf Cemal Reşîd, îro roja Sêşemê rêkefta (20-05-2025) an li Koşka Bexdayê pêşwazî li Serokwezîran Mihemed Şeyah Sûdanî kir.

Di civînê de, mijarên di 34emîn civîna Lûtkeya Erebî ya Bexdayê de hatin gotûbêjkirin, her wiha biryar û pêşniyar û xebatên ji bo pêkanîna armancên lûtkeyê di warê pêşxistina ewlehî û aramiya herêmê de jî hatin gotûbêjkirin.

Her wiha pesna hewldanên hemû kesên hate dayîn ku ew alîkar bûn ji bo serkeftina lûtkeyê, û tekez kirin ku pêdivî bi hewldan û karên zêdetir heye, daku Êraq rola xwe ya pêşeng li herêmê ji nûve bi dest bixe, bi hewldana yekkirina helwestên Ereban li ser mijarên girîng yên li herêmê û cîhanê bi awayekî ku ewlehî û aramiya herêmê xurt bike.

Her wiha di civînê de pêşketinên herêmî û navneteweyî û helwesta Êraqê li hemberî wan gotûbêj kirin, her wiha hewlên hatine dayîn û rola Êraqê di pirsgirêkên herêmî û rewşa welêt de jî girîng hatin nirxandin.

Her wiha tekez li ser  girîngiya parastina aramî û pêşxistina kerta xizmetguzariyê û pêşketinê bi awayekî ku li gorî daxwazên gelê Êraqê be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket