Koşka Spî hûrgiliyên diyaloga di navbera Trump û Şeri de eşkere dike
Cîhan 01:50 PM - 2025-05-14
PUKMEDIA
Serokê Amerîka Donald Trump û Ehmed Şeri serokê Sûriyê
Koşka Spî roja Çarşemê beşek ji axaftina di navbera Serokê
Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûriyê Ehmed El Şeri de ku di civîna wan a li
Riyadê de pêk hat, eşkere kir.
Berdevkê Qesra Spî got ku Trump ji Şeri xwestiye ku bi
Îsraîlê re tevlî Peymanên Ebrehem bibe.
Trump her wiha ji Şera xwest ku komên Filistînî yên ku ji
hêla Washingtonê ve wekî terorîst têne destnîşankirin ji Sûriyeyê dersînor
bike.
Serokê Amerîkayê ji hevtayê xwe yê Sûrî xwest ku "ji bo
pêşîgirtina li vegera DAIŞê alîkariya Amerîkayê bike".
Her weha Şeri ji Trump re got ku ew kampaniyên Amerîkî
vedixwîne ku di sektora petrol û gazê ya Sûriyeyê de veberhênanê bikin.
Hevdîtina di navbera Trump û Şeri de, yekem hevdîtina di
navbera serokê Amerîkî û Sûrî de ye di 25 salên borî de.
Trump roja Sêşemê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
dê dest bi rakirina cezayên aborî yên li
ser Sûriyê kiriye.
Serokê Amerîkayê got ku ew li bendê ye ku di bin serweriya Şeri
de derfetek ji bo aştiyê" bide Sûriyeyê.
Sûrîye xwedî aboriyeke bi tundî kontrolkirî bû û ji sala
1979an vir ve di bin sizayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bû wekî dewletek
ku piştgirîya terorîzmê dike.
Civîna Trump-Şeri li pişt deriyên girtî pêk hat û destûr
nehat dayîn ku rojnamevan beşdar bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

