Komîsyonê dema tomarkirina hevpeymanî û partiyan dirêj kir
Îraq 12:17 PM - 2025-05-13
PUKMEDIA
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraqê
Civata Komîseran ya Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya
Hilbijartinên Êraqê, îro roja Sêşemê rêkefta (13-05-2024) an dema tomarkirina
hevpeymanî û partiyan dirêj kir.
Di wê derbarê de, Cûmane El Xelay, Berdevka Komîsyona
Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan, di daxuyaniyekê de ji bo PUKMEDIA got
: Civata Komîseran ya Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan biryar da
ku dema tomarkirina hevpeymaniyan, partiyan û lîsteyên tek kesî (ji bo kursiyên
giştî û pêkhateyan) ji bo kesên ku dixwazin beşdarî Hilbijartina Civata Nûnerên
Êraqê bibin, heya roja 20 Gulanê dirêj kir, ku biryar e Hilbijartina Civata
Nûnerên Êraqê roja 11ê Mijdara 2025an birêve biçe.
Navbirî her wiha got: Hejmara partîyên ku li cem Komîsyona
Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan hatine tomarkirin gihîştiye zêdetirî 330
partî û aliyên siyasî, û hejmara hevpeymanîyên nûh heta niha hatine tomarkirin gihîştiye
pêncan.
Cûmane El Xelay destnîşan kir ku, heta roja Yekşemê, 70
partî û hevpeymaniyên siyasî di pêvajoya damezrandinê de bûn, û 80 partî û
hevpeymanan daxwaziyên xwe ji bo beşdarbûna di hilbijartinên pêş de nîşan dane,
û haletên nûhkirina tomarkirina hilbijêran gihîştiye nêzîkî yek milyon Kesan.
Nivîsgeha Ragihandin ya Serokwezîrên Civata Federalî roja
Nehê Nîsana 2025an de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Civata Wezîran bi
serokatiya Serokwezîr Mihemed Şeyah El Sudanî civînek li darxistibû û di civînê
de deng dabû ku roja 11ê Mijdara 2025an wekî roja Hilbijartina Civata Nûnerên Êraqê
were destnîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

