Rêveberiya Xweser: Berxwedana gel li Bendava Tişrînê bi serket
Kurdistan 12:46 PM - 2025-05-05
ANHA
Hevserokê cîbecîkar yên Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
piştrast kir ku Bendava Tişrînê bûye sembolek yekgirtî ya neteweyî, keleha
berxwedana gel li hember armancên Tirkiyê û bûye mînakek zindî ya şiyana gelên hevalbend
ji bo parastina axa xwe. Û got jî: Ev
berxwedana ku 100 roja dirêj kir û bi berxwedaniyê biser ket di parastina ax û
û dest keft û gel de,îro serkeftina xwe û dawîanîn li wê berxwedanê radighînin.
Herweha îro bi beşdarbûna hejmareke mezin ji xelkê Bakur û
Rojhilatê Sûriyeyê û hevserokên Encumena Cîbecîker a Rêveberiya Xweser Evîn
Siwêd û Hisên Osman li Bendava Tişrînê daxuyanî hat dayîn, ku li wir xelkê
wêneyên şehîdên xwe hilgirtibûn di nav rojnamevan hebûn.
Di wê daxuyaniyê het amaje bi wê yekê hat kirin ku ji
destpêka Çileya 2025an (Kenûna duyem)vir ve, herêma me rastî êrîşeke berfireh
hatiye ku binesazî û navendên girîng armanc girtin, da ku vîna gelên me yên
azadîxwaz û bi rûmetê bişkînin.
Êrîş bi armancgirtina derdora bendavê hate dest pê kirin, ku
metirsî li ser bendavê çê kir ku av û wizeya deverê peyda dike, ji ber wê xelkê
bakur û rojhilata Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan bersiv dan banga berpirsiyariya
nîştimanî û tevlî berxwedana berfireh a gel a di bin ala parastina ax û
destkeftiyan bûn li kêleka Hêzên Sûryeya Demokrat û Yekîneyên Parastina Jinan(YPJ)
ku mertalek li hember hewildana pêşketinê çêkirin.
Vê berxwedanê destanên lehengiyên li hember amûra şer
nivîsand û tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bê rûmet
û ne azad napejirînin û amade ne xwe biparêzin. Bendava Tişrînê şahidiya têkoşînê
ya keç u xortên xwe,
rûpelek zêrîn di dîroka şoreş û berxwedanê de nivîsand.
Pştî zêdetirî 100 rpj ji berxwedanê em îro encamnameya wê bi
serketinê radigihînin. Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li
hember her metirsiyeke nû dikin.
Hevserokên cîbecîker
gotin: Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku
di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe ku piştgirî dan berxwedana
Bendava Tişrînê û tîmên tenduristiyê, û rojnamevan û hemû pêkhate, silav dikin.
Şehîd namirin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

