Qubad Talebanî: Deriyên Herêmê ji bo hemû kompanî û veberhêneran vekirî ne
Kurdistan 12:31 PM - 2025-04-27
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Li Silêmaniyê di navbera kompaniyên herêmî û Amerîkî de ji
bo pêşxistina wêstgeha elektrîkê ya Baziyanê peymanek hevbeş hate îmzekirin.
Di merasîmê de, Qubad Talebanî, cîgirê serok wezîrê Herêma
Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û bi xêrhatina beşdaran, nûnerên kompaniyan,
karsaz û mêvanan kir. Wî girîngiya îmzekirina vê peymanê tekez kir, ku dê
beşdarî pêşveçûna sektora elektrîkê bibe.
Wî her wiha got: Ev peyman dê binesaziya Herêma Kurdistanê
xurt bike û peyamek girîng e ji bo salê, ku dibêje deriyên Herêma Kurdistanê ji
bo hemî şîrketên biyanî yên ku ji bo Kurdistanek pêşkeftîtir dixebitin vekirî
ne.
Wî eşkire kir: Me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyên
vekirî ji bo hemû kampaniyên biyanî hene ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê
bikin. Pêwîst e ez ji hemû veberhêneran re eşkere bikim ku pêşîniya me ew e ku
em li ser cûrbecûrkirina çavkaniyan li Herêma Kurdistanê bixebitin. Ez spasiya
hemû kompaniyên ku demek dirêje li Silêmaniyê dixebitin û gelek projeyên girîng
û pêwîst bicîh anîne dikim û Silêmanî kir modelek ji bo pêşketin û serfiraziyê.
Qubad Talebanî got: Bi rêya vê peymanê û hevkariya di
navbera kompaniyan de, em dikarin rêjeyek girîng a elektrîkê ji Herêma
Kurdistanê re peyda bikin û ji bo pêşxistina sektora elektrîkê bi giştî
bixebitin. Li gorî vê peymanê, gelek kadro û endezyar dê li gorî standardên
navneteweyî werin perwerdekirin.
Wî wiha domand: "Ev peyman dê ji bo ciwanan derfetan
peyda bike, û her weha ji bo hejmareke mezin ji welatiyan derfetên kar û
perwerdeyê peyda bike, û dê sektoreke elektrîkê ya pêşketî ava bike. Em di
Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hemî asankariyên pêwîst ji bo kompaniyên biyanî
peyda dikin, û divê em xwe bispêrin enerjiya paqij û sektora gazê jî pêş bixin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

