Fehmî Burhan: 4 hezar û 500 heval prensîbên giştî yên dîdarê gotûbêj dikin
Kurdistan 02:44 PM - 2025-04-24
PUKMEDIA
Dîdara YNK
Berpirsê Sekreteriya Dîdara YNKê dibêje: Bi beşdariya 4
hezar û 500 hevalan, dê pirensîpên giştî yên civînê bên gotûbêjkirin û zêdetirî
hezar û 500 bîr û pêşniyarên cuda ku mijarên cidî û girîng ên YNKê dihewîne, ji
aliyê komîteya bilind a civînê ve bên dayîn.
Berpirsê Sekreteriya Civîna YNKê Fehmî Burhan derbarê civînê
û encamên civînê de ji PUKMEDIA re got: Zêdeyî hezar û 500 nêrînên cuda ku 12
hezar û 500 rêheval û kadro di 9 konferansan de nîqaş kirine, hatine komîteya
bilind a dîdarê.
Fehmî Burhan got jî: Niha bi beşdariya 4 hezar û 500 rêheval
û kadroyan goftûgo derbarê prensîbên giştî yên dîdarê wê bên gotûbêjkirin û
hemû nêrîn û pêşniyar pêşkêşî heval Qubad Talebanî serpereştyarê dîdarê dikinû
piştre ewê gotara dawî yê dîdarê bixwîne.
Got jî: Îro Dîdar wek civîn û wergirtina nêrîn û erkan bidawî
bibe, lê komîteya bilind a dîdarê 15 roj maye ku kar bike, ji ber ku nêrîn û
pêşniyar, mijarên cidî û girîng ên YNKê ne û pêwîstî bi karkirina zêdetir li
ser wan heye.
Duh Çarşemê 23/4/2025 duyemîn dîdara YNK bi amadebûna Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û bi serpereştiya
berpirsê YNKê Qubad Talebanî û bi amadebûna Serokomarê Êraqê, hemû endamên
mekteba siyasî, serkirdayetî, endam û alîgirên YNKê li salona yaneya Pêşmerge
ya bajarê Silêmaniyê birêve çû. Îro di roja dawî ya dîdarê de, komîteyên ku pêk
hatine ji komîteyên (jinan, peyker û rêxistinên hizbî, ciwan, peywendî,
hikûmet, deverên cudaxwaz û madeya 140, Pêşmerge û têkoşerên dêrîn û şehîdan)
gotûbêj û kar encam dan.
Berî niha YNKê 9 konferansên amadekariyê li
bajarên Mûsil, Badînan, Hewlêr, Koye, Kerkûk, Helebce, Silêmanî, Germiyan û
Raperînê li dar xistibû û zêdetirî 12 hezar û 500 endam û alîgir beşdar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

