Tenduristiya Silêmaniyê:stadyuma Newrozê de 62 kes birîndar bûn

Kurdistan 05:42 PM - 2025-04-23
Birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr Tenduristiya Silêmaniyê

Birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr

werziş

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê hejmara birîndarên di pevçûnên şeva borî yên Newroz û Zaxoyê de eşkere kir û ragihand:“62 sivîl birîndar bûn, yek ji wan emeliyat bû.’’

Roja Çarşemê 23/4/2025, Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand:“Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê 25 birîndar derman kirin, ji wan 27 bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya bajêr û 10 birîndar jî ji aliyê xizmên xwe ve rakirin nexweşxaneyê. ‘’

Li gorî daxuyaniyê, hemû birîndar vegeriyane malên xwe û tenê birîndarek li nexweşxaneyê maye ku hatiye emeliyatkirin û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Duh danê êvarê li Silêmaniyê di navbera hezkiriyên tîmên fûtbolê  Newroz û Zaxoyê de pevçûn derket û 62 kes birîndar bûn. Ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyek lêkolînê hatiye avakirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket