Qubad Talebanî: Xirîstiyan beşek ji bedewiya pir rengîya herêmê ne

Kurdistan 01:03 PM - 2025-04-20
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr PUKMEDIA

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr

Mesîhî


Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya hatina Cejna Qiyametê pîrozbahî li xwişk û birayên mesîhî yên li Kurdistan û Êraqê kir. Û got: Xiristiyan beşek in ji bedewiya cihêrengiya herêmê û xwedî dîrokeke kevnar li Kurdistanê ne.

Nivîsa pîrozbahiyê ya Qubad Talebanî:

Bi boneya hatina Cejna Qiyameta Mesîh, bi germî pîrozbahî li xwişk û birayên xwe yên Mesîhî li Kurdistan, Êraq û hemû cîhanê dikim û ji bo we cejna pîroz û aram hêvî dikim.

Xiristiyan hem wekî civakek olî û hem jî wekî komên xwe yên etnîkî beşek ji bedewiya pirrengiya herêmê ne û li Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj in.Ji ber vê yekê parastina vê pêkhateya xwe ya resen û kûrkirina jiyana hevbeş erka me hemûyan e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket