Nêrweyî: Serdana Serok Bafil bo Bexdayê encam da ku Helebce bibe parêzgeh
Kurdistan 03:24 PM - 2025-04-15
PUKMEDIA
Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî
Serdana herî dawî ya Serok Bafil Celal Talebanî bo Bexdayê û hevdîtinên bi serok, serokwezîr û hêz û partiyan re bû sedema parêzgariya Helebce û serokê desteya ragehandinê ya YNKê jî dibêje:“Serdana serokwezîrê Iraqê bo Silêmaniyê, giraniya YNKê li herêmê wek hêzeke siyasî ku roleke sereke di yekrêziya aliyên navçe û Iraqê de heye, îsbat dike.”
YNK bûye parêzvanê mafên xelkê HelebceBerpirsê desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji kanala gelê Kurdistanê re ragihand:“YNK’ê her tim parastina mafên Helebceyan kiriye û çend navendên girîng ên akademîk ên weke zanîngeh û peymangehan vekirine, ev hewldan berdewam bûn û serdana dawî ya Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bo Bexdayê, hewla dawî bû ji bo pesendkirina proje yasaya parêzgeha Helebceyê.’’
“Yek ji armancên serdana Serok Bafil bo Bexdayê bidawîanîna pirsa parêzgeha Helebce bû, ji bo vê mebestê ji bilî hevdîtina li gel Serok û Serokwezîr serdana piraniya serkirdeyên aliyên Sunne û Şîe yên Bexdayê kir.
Wî zêde kir:“Ji îro û pê ve em dikarin baştir xizmeta xelkê Helebce bikin û heta radeyekê birînên wan derman bikin, erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku zêdetir xizmetguzarî û derfetên kar ji bo parêzgehê peyda bike.’’
YNKê hewl daye li ser rêya Serok Mam Celal yekrêziyê bikeSerokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî wê li Silêmaniyê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re hevdîtin bike.“Silêmanî navendeke girîng a biryardana siyasî ye li herêmê û gelek caran li herêmê, YNK jî hêzeke giran e li herêmê û roleke mezin di yekrêziya aliyên herêmê û Iraqê de heye.’’wiha got
“Di dema ku em spasiya fraksiyonên Kurdistanî dikin ji bo yekrêziya fraksiyonên Kurdistanî li ser pirsa parêzgeha Helebce, lê divê em spasiya hinek fraksiyonan û parlamenterên Iraqî bikin ku ji bo pesendkirina proje yasayê alîkariya kurdan kirin, ku ev yek jî eşkere dike ku her carê Kurd li Bexdayê yekdeng bin wê sebikevin.’’Wi got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

