N.Nasih:Parêzgehbûna Helebce dê derfetên kar peyda bike
Kurdistan 07:57 PM - 2025-04-14
PUKMEDIA
Kongreya rojnamevanî ya bi parêzgara bi wekalet ya Helebce ya Nûxşe Nasih
Parêzgara
Helebce ya bi wekalet ragihand ku yekheviya Kurdan li Bexdayê bû ku Helebce kir
bi parêzgeh û em hêvîdar in ku xizmet û derfetên kar zêdetir peyda bikin û bi
vê yekrêziyê jî bo mafên xwe yên din şer bikin.
Bi boneya
pesendkirina Proje Yasaya bi parêzgehbûna Helebce li Civata Nûnerên Êraq`ê;Parêzgara Helebce ya bi wekalet Nuxşe
Nasih di kongreyeke rojanamevaniyê de ragihand, bi vê boneyê em bi germî
pîrozbahiyê li welatiyên Helebce, Hewraman, Şarezûr,û kesûkarên serbilind yên
şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê dikin, û em spasiya Serokomar, Serokwezîrên Êraq`î,
Serok û desteya Serokayetiya Civata Nûneran û fraksyonên Kurdistanî, Serokê
Herêma Kurdistan`ê, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrên hikûmeta Herêma
Kurdistan`ê, endamên Parlemana Kurdistan`ê dikin û daxwaz ji wan dikin ku
piştevaniyeke zêdetir li Helebce bikin.
Her wiha got: Em
hêvîdar in ku pesendkirina proje yasaya bi parêzgehbûna elebce bibe nêrîneke
cidî li xizmetguzariyan û zêdekirina derfetên kar bo parêzgehê û yekrêziya Kurd
li Bexdayê ku Helebce kir parêzgeha 19 ya Êraq`ê û parêzgeha çarem a Herêma
Kurdistan`ê,bi vê yekê jî heya astekê barê me sivik kir û rihê şehîdên me şad
kir,em ji wan dixwazin ku bi vê yekîtiyê ji bo mafên xwe yên din têbikoşin.
Îro Dûşem
rêkefta 14-04-2025 an bi amadebûna fraksyonên urdistanî û çend parlementerên
din yên Êraqî,proje yasaya bi parêzgehbûna Helebce li Civata Nûnerên Êraq`ê hat
pesendkirin û Helebce bû 19.ehemîn parêzgeha Êraq`ê.
Ev yek jî di
demekê de ye ku, roja 13ê Adara 2014an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî wek
çaremîn parêzgeha Kurdistan`ê naskir piştî Hewlêr, Silêmanî û Duhok`ê û her
weha 19.ehemîn parêzgeh e li ser asta Êraq`ê.
Parêzgeha
Helebce qezayek û çar navçeyên ji (Sîrwan,
Xurmal, Biyare û Bemo) û ji 166 gundan pêk tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

