Çiro Hema Şerîf: Yekdengiya aliyên Kurdistanî Helebce kir parêzgeh
Kurdistan 06:18 PM - 2025-04-14
PUKMEDIA
Parlamenterên Kurd li Iraqê
Endamê Fraksiyona YNKê Çiro Hema Şerîf li ser navê Fraksiyonên Kurdistanî yên li civata nûneran got:"Îro rojeke dîrokî ye bo Kurd û Helebce û em bi yekdengîya fraksyonên Kurdistanî kêfxweş in, me karî Helebce bikin parêzgeha 19 ya Iraqê."
Fraksiyonên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê bi boneya pesendkirina proje yasaya parêzgeha Helebceyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Her wiha got: “Îro rojeke dîrokî ye ji bo hemû gelê Kurd û Helebceyê, tevî şîna me ya Enfalê, lê em kêfxweş in ku Helebce bibe çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê û parêzgeha 19 ya Iraqê.
Wê zêde kir:“Eger yekrêziya fraksiyonên Kurdistanî nebûya, me nikarîbû proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê pesind bikin, lewma em pîrozbahiyê li hemû parlamenterên ku îro li salona parlamentoyê ligel me bûn, ji bo derbaskirina proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê dikin.
Helebce bû parêzgeha 19 ya Iraqê, parlamentoya Iraqê roja Duşemê bi amadebûna fraksyonên Kurdistanî û çend parlamenterên din ên Iraqê pesend kir.
13ê Adara 2014ê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî çaremîn parêzgeha Kurdistanê, çaremîn parêzgeha piştî Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û parêzgeha 19emîn a Iraqê bi fermî nas kir.
Parêzgeha Helebce navçeyek û çar navçeyên Sîrwan, Xurmal, Biara û Bamo dihewîne û ji 166 gundan pêk tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

