Kosret Resûl: Helebce bi yekrêziya aliyên Kurdistanî bû parêzgeh

Kurdistan 06:07 PM - 2025-04-14
Kosret Resûl Elî PUKMEDIA

Kosret Resûl Elî

Parêzgeha Helebçe

Kosret Resûl Elî bi boneya pesendkirina yasaya parêzgariya Helebce pîrozbahiyê li xelkê Helebceyê dike  û ragihand:Helebce bi yekrêziya aliyên Kurdistanî bû parêzgehek.

Nivîsa pîrozbahiyê:

Bi helkefta pesendkirina yasaya parêzgariya Helebce, bi germî pîrozbahiyê li hemû Helebceyên têkoşer û qehreman, xizmên şehîdan û qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê dikim.

Îro di 37emîn salvegera karesata Enfalê de, fraksyonên Kurdistanî li parlamentoya Iraqê bi yek dengî yasaya parêzgeha parêzgeha Helebceyê derxistin û mizgîniyê didin xelkê Helebce.

Careke din pîrozbahiyê li gelê têkoşer ê parêzgeha Helebce dikim û hêvîdar im ku em bi heman ruh, yekrêzî û gotûbêjê ji bo gihîştina bi xeyalên xwe yên pêknehatî têbikoşin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket