Talebanî: Di dîroka Helebce de îro qonaxeke nû tê nivîsandin
Kurdistan 04:45 PM - 2025-04-14
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi minasebeta parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kir:“Îro ji bo Helebce û Helebceyan rojeke dîrokî ye û ji îro û pê de ew ê qonaxeke nû di dîroka bajarê xwe de binivîsin.’’
Teksta peyamê:
Helepçe pîroz be û Kurdistan pîroz be
Îro ji bo Helebce û Helebçeyan rojeke dîrokî ye.
Ji îro û pê ve ew ê di dîroka bajarê xwe de qonaxeke nû binivîsin.
Piştî zêdetirî deh salan ji hewlên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên Kurdistanî û hemû fraksiyonan, parlamentoya Iraqê proje yasaya pêkanîna parêzgeha Helebce pesend kir. Ez spasiya Serokatiya Meclisa Nûneran û hemû parlementerên ku deng dane sipasî dikim. Her wiha spasiya Fraksiyona YNKê û hemû fraksiyon û aliyên din ên Kurdistanî dikim ku ji bo cîbicîkirina vê daxwaza xelkê Helebce dudilî nebûne.
Heger em hemû bi hev re ji bo bilezkirina proseya geşepêdana Helebceyê hewl bidin, bibe parêzgeh ji bo xelkê Helebce û niştecihên vê parêzgeha nû û bedew a Kurdistan û Iraqê dê şêrîntir bibe. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên me yên li Bexdayê hemahengî û hevkarî bin ji bo dabînkirina bûdceya pêwîst ji bo pêşxistina vê parêzgeha nû.
Ji dil û can pîrozbahiyê li xelkê Helebce û hemû gelê Kurdistanê dikim û careke din spasiya hemû wan kesan dikim ku ji bo Helebce bibe parêzgeh kar û xebat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

