Serokatî: Enfalê wek jenosîd nas bikin û tazmînata malbatên wan bidin
Kurdistan 02:48 PM - 2025-04-14
PUKMEDIA
Bîranîna Sûcê Enfalê
Serokatiya Iraqê bi boneya 37emîn salvegera Enfalê peyamek belav kir û ragihand:"Em van ruhên pak bi êşeke mezin bi bîr tînin û em di wê baweriyê de ne ku xwîna şehîdan kevirê bingehîn ê avakirina sîstema me ya demokratîk e. Em bang li Meclîsa Nûneran dikin ku ji bo qerebûkirina malbatên enfalkiriyan qanûnekê derxîne."
Nivîsa peyamê.
Bi boneya salvegera tawana hovane ya Enfalê ku ji aliyê rejîma berê ve li dijî gelê Kurd hatiye encamdan, ku di encamê de zêdetir ji 180 hezar zarok, ciwan û kal û pîr şehîd bûne, em bi tundî vê tawana hovane şermezar dikin û dupat dikin ku ev karesat jenosîd e.
Em van ruhê pak bi êşeke mezin bi bîr tînin û bawer dikin ku xwîna şehîdan kevirê bingehîn ê pergala me ya demokratîk e. Em bang li Meclisa Nûneran dikin ku qanûnek ji bo qerebûkirina malbatên mexdûrên Enfalê derxîne. Em hertimî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku hewlên pêwîst ji bo naskirina vê tawanê wek tawaneke navdewletî ya jenosîdê bide û bi fermî ji aliyê Netewên Yekgirtî ve were naskirin.
Sîstema federalî û perlemanî ya demokratîk li Îraqê modeleke berçav e li herêmê û cihê şanazîyê ye ji bo hemû gelên Îraqê bi taybetî gelê me yê herêma Kurdistanê tûşî karesata rejîma dîktator bûye.
Ji gelê Iraqê re.
Em bang li hemû pêkhateyên Iraqî, Ereb, Kurd, Şîe, Sunne, Xirîstiyan, Tirkmen û hemû pêkhateyên din dikin ku bibin yek û pabendî sîstema me ya demokratîk bin ku aramî, dadmendî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de misoger dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

