Encumena Nûneran li ser bi parêzgehbûna Helebce deng dide
Kurdistan 09:45 AM - 2025-04-13
PUKMEDIA
Helebce
Biryare sibe Duşemî 14/4/2025 Parlamentoya Êraqê ji bo
dengdana li ser 5 proje yasayan bicive û bi taybet projeyasaya bi parêzgehbûna
Helebceyê.
Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Heme
Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand: Biryare siba roja duşemê parlamento civîna xwe
ya asayî lidar bixe û proje yasaya bi parêzgehbûna Helebce bikeve rojevê.
Herwaha got, em hêvîdar in di vê civînê de proje yasa û
dengdanê li ser bi parêzgehbûna Helebce derbas bikin, ji ber ku xelkê Helebce
li hember qurbanîdan û êş û azarên xwe hêjay vî mafî ne.
Projeyasaya bi parêzgehbûna HelebceLi ser bingeha bendê (61) ya destûra Komara Êraqê, Encûmena Nûnerên Êraqê biryar da ku yasaya jêrîn derbixe:
Yasaya bi parêzgehbûna Helebce li Komara Êraqê
Madeya 1:
Li Herêma Kurdistana Êraqê parêzgehek bi navê Parêzgeha Helebceyê dê were zêdekirin û bibe parêzgariya nozdehemîn a Komara Êraqê û navenda wê jî navçeya Helebce ye.
Madeya Duyem:
Civata Wezîrên Herêma Kurdistana Êraqê sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê destnîşan dike.
Madeya 3:
Desthilatdarên pêwendîdar divê bendên vê qanûnê bi cih bînin.
Madeya çarem:
Ev qanûn ji roja ku di Rojnameya Fermî (Rojnameya Êraqî) de hat weşandin, tê cîbecîkirin.
Sedem:
Di berjewendiya raya giştî de, di encama mezinbûna bajar û niştecihan de ku bajarê Helebce dît, qurbanîdanên mezin ên xelkê wê, û ziyanên madî, mirovî û jîngehî yên ku di encama bombebarana bi çekên kîmawî yên qedexekirî ji aliyê rêjîma berê ve di Adara 1988`an de, û ji bo piştgirîkirina helwesta navneteweyî ya ku di encama van binpêkirinan de bi dest xistibû, ev qanûn bû yasakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

