Pêşmerge çeperên DAIŞê wêran dike
Kurdistan 03:05 PM - 2025-04-12
PUKMEDIA
Operasyona Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê
Fermandarekî hêzên Pêşmerge, komando û operasyona Germiyanê operasyoneke serkeftî li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn :“Me çend baregehên DAIŞê yên ku çekdaran tê de diman, wêran kirin.’’
Fermandeyê Liqa çarê ya Wezareta Pêşmerge Serleşker Cûtiyar Hesen Zuber ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Li gorî zanyariyên îstixbaratî, li van deveran hinek liv û tevgerên çekdarên DAÎSê hene, me bi rêkeftina li gel operasyonên eniya duyem, me li ser şopandina terorîstên DAÎSê li van deveran erkdar kir.’’
Cûtiyar Hesen Zuber got: "Operasyonê sînorê lîwayên 22, 9 û 32 girt, ku navçeyek di navbera her sê lîwayan de bû ku tevgerên DAIŞê lê hebûn."
"Çekdarên DAIŞê li sînoran baregehên demkî ava kiribûn û li wir man û me hemû ew baregeh wêran kirin."
Fermandeyê Firqeya çaremîn lîwa Cûtiyar Hesen Zuber jî got: "Hêzên hevpeymanan roleke berçav di operasyonê de lîst û piştevaniya me kir. Operasyon niha bi awayekî serkeftî bidawî hat û hemû Pêşmerge bêyî ti ziyanan operasyon bi dawî anîn."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

