Civata Nûneran ji bo ku Helebce bibe parêzgeh dê bicive
Kurdistan 11:04 PM - 2025-04-11
PUKMEDIA
Monumentê Helebce
Biryare roja Duşemê 14-4-2025 Parlamentoya Iraqê bo dengdana li ser 5 proje yasayan bicive ku ya herî girîng proje yasaya Helebce bibe parêzgeha."
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Piştî ku fraksiyona YNKê civînên Parlamentoya Iraqê boykot kir û ragihand, heta ew proje yasayê dernekeve, beşdarî ti civîneke parlamentoyê nabin, biryar e roja duşema bê civîna parlamento were lidarxistin û em hêvîdar in ku proje yasa derbas bikin û deng bidin parêzgariya Helebce."
Çiro Hama Şerîf got: "Em hêvîdar in ku proje yasayê derbas bikin û deng li ser parêzgariya Helebce bidin, ji ber ku xelkê Helebce li hember wan qurbaniyên ku dane, hêjayî qerebûkirina wan e."
Par ev proje qanûn ketibû parlamentoyê û di xwendina yekem û duyemîn de derbas bû. Fraksiyona YNKê ji bo vê yekê hewldanên xwe zêde kirine.
Divê Helebce bi fermî ji aliyê parlamentoya Iraqê ve weke parêzgeh bê naskirin, lê tevî van hewldanan û 5 caran di rojevê de, hîn deng nedaye.Li hember vê yekê fraksyonên Kurdistanî rûniştinan boykot kirin heta ku proje yasayê bê derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

