Talebanî û Tsariras: Pêwendiyên Kurdistanê û Yûnanistanê zêdetir pêşbikevin
Kurdistan 08:44 PM - 2025-04-09
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Qubad Talabanî û Constantinos Tsariras
Di çarçoweya Korbenda Navdewletî ya Delphi de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel Wezîrê Çandinî û Geşepêdana Gundî yê Yewnanistanê Konstantinos Tsariaras civiya û behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de di warê çandinî û pîşesaziya xwarinê de hat kirin.
Di civînê de ku roja Çarşemê (9/4/2025) bi amadebûna Dara Reşîd Wezîrê Plandananê û Daban Şedala Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve hat lidarxistin, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya karkirina hevbeş ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yunanistanê kirin. Her li ser wê yekê hemfikirîn ku Herêma Kurdistanê herêmeke girîng a çandiniyê ye û bi sermayeguzariyên zêdetir û pilansaziya guncaw dikare beşeke giring ji pêwîstiyên bazarên Iraq û navçeyê dabîn bike.
Di beşeke din ya civînê de Cîgirê Serokwezîr eşkere kir ku ji bo curbecur kirina çavkaniyên dahatê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van salên dawî de girîngî daye pêşxistina sektora çandiniyê.
Got jî: ji ber ku Herêma Kurdistanê li navçeyeke aloz de ye, sermayeguzarî di sektora çandinîyê de gaveke girîng û stratejî ye û ji bilî peydakirina jimareke mezin ji kar û çavkaniyeke demdirêj ya dahatê, ewlekariya xurek li Kurdistan û Iraqê jî dê ewletir be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

