Dije Terorê hejmarek terorîst girtin
Kurdistan 10:12 PM - 2025-04-03
PUKMEDIA
Logoya Dije Terorê
Hêzên Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê li ser girtin û şopandina terorîstan
berdewam in û di operasyonekê de karîn hejmarek terorîst li çend cihên cuda yên
navçeya Şarezor girtin.
Hêzên
Rêveberiya Dijî Terorê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDÎ re hatiye şandin de
wiha tê gotin: Li gor zanyariyên berfireh ên istixbaratî û şopandina berdewam a
tîmên me yên taybet, hêzên Dijî Terorê karîn hejmarek terorîst li çend cihên
cuda yên navçeya Şarezûr desteser bikin.
Amaje bi wê
yekê jî kir ku: Girtî xelkê parêzgehên Bexda û Diyalayê bûn û di warê lojîstîk
de kar dikirin û kelûpelên şaneyên razayî û çalak yên terorîstên DAÎŞê dabîn
dikin. Piştî ku ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Êraqê ve hatin eşkerekirin,
reviyan Herêma Kurdistanê û li Şarezorê bi cih bûn.
Ragihand jî
ku piştî girtina wan yekser ji bo cezakirinê radestî yasayê hatin kirin.
Di dawiyê
de, Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê dibêje: Rêveberiya giştî ya rûbirûbûna
terorê bi hemahengiya li gel saziyên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê û
hevpeymanên navdewletî dê berdewam bin li ser şopandin û jinavbirina paşmahiyên
girûpên terorîst li her cihê ku lê bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

