Hatina geştiyaran bo Silêmaniyê berdewam e

Kurdistan 12:58 PM - 2025-04-02
Geştiyar PUKMEDIA

Geştiyar

Geştyar

Hatina geştyaran bo Silêmaniyê her diçe zêde dibe û hemû otêl û deverên geştyarî ji bo vê yekê amadekarî kirine,Berdevkê geştûguzariya Silêmanî ragihand: Sêyemîn roja cejna Remezanê, hatina geştiyaran bo Silêmaniyê dest pê kiriye.

Berdevkê Geştûguzariya Silêmaniyê Goran Qadir wiha got: Ji roja sêyem a cejna Remezanê ve hatina geştyaran ber bi Silêmaniyê ve dest pê kirine û hemû hotêl û deverên geştyarî ji bo hatina geştiyaran xwe amade kirine.
Amaje bi wê yekê jî kir ku tişta ku heta niha gihîştiye me ew e ku ji sedî 70 otêl û deverên geştyarî tijî geştiyar in û cih nemaye, di van rojên dawî de zêdetirî 100 komên geştiyariyê serdana Silêmaniyê kirine.

Li Silêmaniyê kiriyê rojekê di hotêlan de ji 5 hezar dînar dest pê dike  heta 100 dolar.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket