Dahata du mehan a deriyên sînorî yên Iraqê zêdetirî 400 milyar dînar e
Îraq 11:48 AM - 2025-04-01
Ajans
Deriyên sînorî yên Iraqê
Rêveberiya deriyên sînorî yên Iraqê eşkere kir ku dahata du mehên deriyên sînorî zêdetirî 400 milyar dînar e.Bi gotina serokê desteya benderan, ev dahata benderên av, bejahî û asmanî yên Iraqê ye.
Serokê Rêveberiya Deriyên Sînorî yên Iraqê Omer Waylî got: "Dahata hemû benderên hewayî, av û deryayî yên Iraqê di Çile û Sibata îsal de gihîştiye zêdetirî 400 milyar dînar."
"Lijne digere ku van dahatan ducar bike weke beşek ji planên xwe yên stratejîk ji bo bihêzkirina çavkaniyên dewletê û kontrolkirina deriyan bi bandortir," serokê desteyê got.
Li gor zanyariyên komîsyonê hemû deriyên sînorî yên bejayî, deryayî û esmanî yên Iraqê bi navendeke yekgirtî ve girêdayî ne û rasterast û bi rêk û pêk bi sîstema elektronî ya otomatîkî tên birêvebirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

