Se`idî Pîre bo aliyên Kurdistanî : Spas ji bo yekrêziya we

Kurdistan 08:15 PM - 2025-03-27
Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê PUKMEDIA

Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê

Encumana Nûneran

Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê pîrozbahî li fraksyonên Kurdistanî yên li Parlemana Êraq`ê kir ku bi yekdengî piştgirî dane pesendkirina proje yasaya parêzgehbûna Helebce.

Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Se`idî Ehmed Pîre di peyamekê de pîrozbahî li hemû fraksyonên Kurdistanî yên li Parlemana Êraq`ê kir, û ragihand ku destxweşî li helwest û yekrêziya wan ji bo bi fermî naskirina parêzgeha Helebce dikim.

Se`idî Ehmed Pîre got: Derbarê pesendnekirina projeê jî amaje bi wê yekê kir ku ,helwesta li dijî Helebce mîna kîmyabarana din cihê û şermezariyê ye.

Ev peyama berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan` ê (YNK`) di demekê de ye, ku 5 caran proje yasaya bi parêzgehbûna Helebce ketiye rojeva Civata Nûneran, lê ji ber sedemên cuda ew proje yasa nayê derbazkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket