Îmad Ehmed:Bê navber azadiya raderbirînê diparêzin
Kurdistan 04:29 PM - 2025-03-27
PUKMEDIA
Îmad Ehmed Berpirsê Ofîsa Ragihandin û Hiûyarî pêşwazî li Wezîrê Rewşenbîrî Heme Hema Seîd kir
Îmad Ehmed Berpirsê
Ofîsa Ragihandin û Hişyarî pêşwazî li Heme Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîrî yê
Herêma Kurdistan`ê kir ku di civînekê de Berpirsê Burda Ragihandinê Letîf
Nêrweyî amade bû, derbarê
astengiyên li pêşiya karê ragihandinê de, hemû mijarên ku ji bo aştiya civakî metirsîdar in, hatin
gotûbêjkirin û tekez li ser hemahengiya hemû aliyên peywendîdar hate kirin ji
bo parastina prensîbên bingehîn yên ragihandinê, û berfirehkirina çarçoveya
azadiya derbirînê û kêmkirin û jinavbirina metirsiyên ku medyayê ji karê pîşeyî
dûr dixe.
Di civînê de Îmad Îhmed
eşkere kir ku siyaseta YNK`ê li ser hemû mijarên girêdayî exlaq û nirxên civakî
û parastina giyanê pêkvejiyan û biratiyê di navbera hemû netewe û civakan de
zelal e, weke ku me hertim
gotiye: Em ê di çarçoveya prensîbên rojnamegerî û parastina azadiyên kesayetî
de bi xurtî piştgirî û parastina azadiya raderbirînê û xebata medyayî ya pîşeyî
bikin ji bo pêşxistina herêmên me û parastina bingehên demokrasiyê, ji ber vê yekê erka her kesî ye ku li hember
wan diyardeyên ku çanda me çewt dikin, handana tundûtîjiyê, kuştin û
wêrankirina ewlehiya me ya civakî dikin rawestin û bi projeyek neteweyî re
rûbirû bibin.
Li hemberî wê yekê,
Heme Hema Seîd piştgirî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî ji bo hemû xebatên
parastina urf, kevneşopî û nirx û rêzikên pîşeyî yên li herêmê nîşan da û got:
Em spasiya vê destpêşxeriya Mekteba Ragihandin û Hişyarî dikin ku têbînî û pêşniyarên hemû aliyên pêwendîdar yên ragihandinê, mamosteyên
zanîngehan, akademîsyen, rojnamevan û saziyên ragihandinê werdigre, û got: Em ê bi navend, sendîka û rêxistinên peywendîdar
bi medyayê re hilgirin û bi hemahengî emê gavan bavêjin daku xizmeta
pêşxistina ezmûna me û pêşxistina karên ragihandinê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

