Xebatên heştemîn konferansa Dîdara YNK berdewam in
Kurdistan 10:36 AM - 2025-03-27
PUKMEDIA
Dîdara YNK
Heştemîn konferansa amadekariyê ya duyemîn Dîdara Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê di roja duyemîn de li Kerkûkê berdewam dike.
Di roja duyemîn a konferansê de, komîte berdewamin li ser
wergirtina pêşniyar û nêrînên kadroyên YNK û komkirinawê di raporteke yekgirtî de
û şandina wê bo Komîteya Bilind a Dîdara Duyemîn.
Endamê Desteya Bilind a Duyemîn Dîdara YNKê Sitran Ebdullah
ji PUKMEDIA re ragihand: Dîdara Yekîtiya Niştimanî diyardeyeke nû ya hizbî ye
li herêmê û di dîroka tevgera siyasî ya Herêma Kurdistanê û Êraqê de.Dixweza ku
bingeha partiyê bibe alîkarê sereke ji bo daraştina çarçoveya hizrî, siyasî û têkoşînî
ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Got jî: Heştemîn konferansa amadekarî ya ku niha li Kerkûkê
tê lidarxistin gelek giringe, ji ber ku YNK giringîyek mezin dide Parêzgarê
Kerkûkê û hemû kadroyên YNKê bi coş beşdarî xebatên konferansê dibin û pêşniyar
û nêrînên xwe pêşkêş dikin daku bibe bernameya qonaxa bê ya YNKê.
Got jî: Weke hûn jî dizanin herêm ber bi guhertinên mezin ve
diçe. Em li Herêma Kurdistanê ber bi avakirina hikûmeta nû ve diçin, çawa ku em
li Êraqê ber bi hilbijartinên parlamentoyê ve diçin. Pirsgirêka Kurd li Sûriye
û Tirkiyeyê jî di nava geşedanên mezin de ye û ber bi aştiyê ve diçe. Yekîtiya
Niştimanî û Serok Bafil Celal Talebanî roleke girîng û mezin di pêşxistina
aştiyê li Rojhilata Navîn de heye û ew jî li ser rêya Serokê nemir Mam Celal
dişopîne ku bi rêya aştî û diyalogê pirsgirêkan çareser bike.
Got jî: Armanca konferansan amadekarî bo duyemîn dîdara
berferehkirî ya Yekîtî ye, ku dê bi amadebûna serok Bafil Celal Talebanî bê
lidarxistin. Di konferansê de ji bilî dubare daraştin û gotûbêjkirina nêrîneke
nû û amadekariyên YNK ji bo qonaxeke nû ya jiyana siyasî û rêveberiya Herêma
Kurdistanê, kadro, kesayetiyên navdar û pêkhateyên cuda yên YNKê beşdarî
konferansê dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

