Konferansa amadekariya Dîdara YNKê li Kerkûkê birêve diçe
Kurdistan 09:23 AM - 2025-03-26
PUKMEDIA
Dîdara YNK
Biryare îro Çarşemê li parêzgeha Kerkûkê heştemîn konferansa
amadekarî ya duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê bike.
Komîteya Bilind a Duyemîn dîdarê ji bo nirxandina
konferansên berê yên li Mûsil, Hewlêr, Koye, Germiyan, Helebce û Silêmaniyê
civînek li dar xist û coşa hemû hevalên beşdar di konferansan de bilind
nirxand.
Herwiha Komîteya Bilind biryar da ku îro Çarşemê 26/3/2025ê,
nehemîn konferansa duyemîn dîdara Yekîtiya Niştimanî li parêzgeha Kerkûkê
birêve biçe û rêhevalên rêxistinên Kerkûk û Selahedîn beşdarî konferansê bibin.
Endamê Encûmena Serkirdayetiya YNK Sitra Ebdullah ji PUKMEDIA`yê
re ragihand: Kadro ew in ku pilanên pêşxistina YNKê dirust dikin û biryarên Dîdarê
dê pêşkêşî civata serkirdayetiyê bên kirin û deng li ser bên dayîn û piştre dê
bibin siyaseta YNKê.
Got jî: Heştemîn konfransa amedekarî ya ku îro li Kerkûkê tê
lidarxistin, gelek giringe ji ber ku Yekîtî giringîyek mezin dide Parêzgarê
Kerkûkê, em hêvîdar in hemû kadroyên YNKê bi coş beşdarî xebatên konferansê
bibin û pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêş bikin da ku bibe bernameya qonaxa bê ya
YNKê.
Got jî: Weke hûn jî dizanin navçe ber bi guhertinên mezin ve
diçe. Em li Herêma Kurdistanê ber bi avakirina hikûmeta nû ve diçin, çawa ku em
li Êraqê ber bi hilbijartinên parlamentoyê ve diçin. Pirsgirêka Kurd li Sûriye
û Tirkiyeyê jî di nava geşedanên mezin de ye û ber bi aştiyê ve diçe. Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê û Serok Bafil Celal Talebanî roleke girîng û mezin di
pêşxistina aştiyê li Rojhilata Navîn de heye û ew jî li ser rêya Serokê rihmetî
Mam Celal dişopîne ku bi rêya aştî û diyalogê pirsgirêkan çareser bike.
Armanca konferansan ewe ku nêrîna nû ya YNKê û amadekariyên
qonaxeke nû ya jiyana siyasî û rêvebirina Herêma Kurdistanê ji nû ve were daraştin
û gotûbêjkirin. Kadro, kesayetên navdar û pêkhateyên cuda yên YNKê dê beşdarî
konferansê bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

