Civata Nûneran dê deng li ser bi parêzgehbûna Helebce bide

Kurdistan 09:31 AM - 2025-03-25
 Parêzgeha Helebce PUKMEDIA

Parêzgeha Helebce

Helebce Encumana Nûneran

Biryare, îro danê êvarê, Sêşem rêkefta (25-03-2025) an , Civata Nûnerên Êraq`ê civîna xwe ya asayî bo dengdana li ser çend proje yasayan saz bike,bi taybetî jî proje yasaya bi parêzgehbûna Helebce.

Çiro Heme Şerîf; Parlamentera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand: Bi saya hewlên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê, proje yasaya parêzgehbûna Helebce hate pesendkirin ku bikeve rojeva civîna Civata Nûnerên Êraq`ê.

Her weha got : Em hêvîdar in ku îro deng li ser proje yasayê bidin û diyariyek biçûk jî pêşkêşî xelkê Helebce bikin û ji bo wan qurbanîdana mezin ku wan dane.

Reşnivîsa Proje yasaya bi parêzgehbûna Helebce

Li ser bingeha madeya (61) ya destûra komara Êraq`ê, Civata Nûneran biryar da ku yasaya jêrîn derbixe: Yasaya bi parêzgehbûna Helebce li komara Êraq`ê.

Madeya Yekem:

Li Herêma Kurdistan- Êraqê parêzgehek bi navê Parêzgeha Helebceyê dê were avakirin û bibe parêzgariya 19.ehemîn ya Komara Êraq`ê û navenda wê qezaya Helebce ye.

Madeya Duyem:

 Pêwîste Civata Wezîrên Herêma Kurdistan - Êraq sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê destnîşan bike.

Madeya Sêyem:

 
Pêwîste desthilatên peywendîdar bendên vê yasayê cî bi cî bike.

Madeya Çarem:

 Ev yasa ji roja belavbûna wê di Rojnameya Fermî de (Rojnameya El Weqaih ya Êraqî) tê cîbicîkirin.

Sedemên wê yekê:

Ji bo berjewendiya giştî, û encama mezinbûna bajar û akincîbûnê ku li bajarê Helebce rû dide,û qurbanîdanên mezin yên xelkê wî bajarî, û ziyanên madî, mirovî û jîngehê ji encama bombebarana bi çekên kîmyawî yên qedexekirî ji aliyê rejîma berê ve di Adar ya sala 1988`an de, û ji bo piştgirîkirina helwesta navneteweyî ya ku di encama van binpêkirinan de bi dest xistibû, ev yasay bû hat derxistin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket