Imamoglu namzetê hevrikê ji girtîgehê ye
Cîhan 08:21 PM - 2025-03-24
Ajans
Ekrem Îmamoglu
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji aliyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ve bû Namzedê Serokomariya Tirkiyê Îmamoglu piştî ku hat girtin û li Stenbolê xwepêşandanên protestoyî derketin.
“Girtina wî ji namzetiya Imamoglu re ti pirsgirêkên hiqûqî dernexîne.CHPê roja duşemê 24/3/2025 bi fermî ew berbijar kir. Îmamoglu ji bo hilbijartina serokomariyê berendamtiya xwe eşkere kir û dê ji girtîgehê derkeve pêşbirkê.
CHPê bi daxuyaniyekê namzetiya wî eşkere kir.
“Girtina Îmamoglu ji ber ku heta niha nehatiye cezakirin ti astengiyên qanûnî li ber namzediya wî dernaxe û biryara betalkirina bawernameya wî ya akademîk jî hewleke eşkere ye ku rê li ber namzediya wî ya serokomariyê bigire.
Rayedarên CHPê dibêjin:“Tişta ku dixwazin ew e ku Îmamoglu nebe namzedê serokomariyê, lê bi milyonan kes li cem wî ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Serdozgerê Giştî yê Stenbolê di sibeha 19ê Adara 2025an de Ekram Îmamoglu bi tohmeta gendelî û alîkariya terorê biryara desteserkirina wî da û ji bo 105 kesên din jî biryara girtinê hat dayîn ku heta niha 90 ji wan hatine girtin. Her ku diçe xwepêşandan berfireh dibe û şîdet roj bi roj zêde dibe, xwepêşanderan avahiya şaredariya bajêr xistin bin kontrola xwe.
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozal jî diyar kir ku ew ê li dijî girtina namzetê xwe Îmamoglû çalakiya xwe bidomînin.CHP'ê ji bo li hemberî her îhtîmala tayînkirina sekreteriyê ji bo şaredariya Stenbolê yan jî biryarên din ên li dijî Îmamoglû li ber xwe bide, xwedî planeke stratejîk e û bertekên me wê xurtir bin.
Serokê Giştî yê CHPê got: "Tevî astengiyan jî, di hilbijartinên seretayî yên kevneşopî yên ku ji aliyê partiyê ve ji bo hilbijartina namzedê serokomariyê hat organîzekirin, nêzî 15 milyon kes dengên xwe dan."
Li gorî CHPê 1,65 milyon endam û zêdeyî 13 milyon hilbijêrên serbixwe dengên xwe dane Îmamoglu.
Îmamoglû ku duh (23ê Adarê) hatibû desteserkirin, di çarçoveya lêpirsînên li ser gendelî û terorê de, cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dadgehê, diyar kir ku Îmamoglu û 20 kesên din di çarçoveya dosyaya gendeliyê de girtî ne û lêpirsîna terorê jî di bin kontrola edlî de ye.
Girtina şaredarê Stenbolê dîmena siyasî ya Tirkiyê guhertiye, bi taybetî ku Îmamoglu wek hevrikê sereke yê Erdogan di hilbijartinên serokomariya sala 2028an de tê dîtin.
Kolanên Tirkiyê niha bûne du eniyên ku yek alîgirê hikûmetê ye û ya din piştgiriya opozîsyonê dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

