Tirkmenên nerazî daxwaza cihan di kabîneya nû de dikin
Kurdistan 06:40 PM - 2025-03-24
PUKMEDIA
Serokê Encumena Siyasî ya Tirkmenan Ebdulbasit Xalid
Serokê Meclisa Siyasî ya Tirkmenên nerazî daxwaz ji kabîneya nû dike ku civaka Tirkmen û postên wan ên bilind li ber çavan bigire. Daxwaz ji Tirkmenên Kerkûkê kir ku şerê mezhebî rawestînin û xizmeta neteweya xwe bikin û weke Tirkmenên Hewlêrê ji bo berjewendiyên xwe kar nekin.
Serokê Encumena Siyasî ya Tirkmenan a nerazî Ebdulbasit Xalid li Kerkûkê ji medyayê re got: "Em daxwaz dikin ku di avakirina kabîneya nû de civaka Tirkmenan li ber çavan bê girtin û di erkên medenî, hikûmetî û encumenên parêzgehan de Tirkmen roleke girîng bilîzin."
“Divê miletê tirkmen di serokatiya hikûmetê, serokatiya herêmê û serokatiya parlamentoyê de bibe xwedî post û di wezaretan de jî postên bilind jê re bên dayîn.
Ebdulbasit Xalid got: “Ez ê bi navê tirkmenên ku li gel partiyên siyasî ne û nikarin bi azadî biaxivin û li tirkmenên bê mal xwedî derkevim, ji ber ku neteweya tirkmen nayê derxistin.’’
Serokê Meclisa Siyasî ya Tirkmenan wiha got: “Di dîroka parêzgeha Kerkûkê de parêzgarên weke Dr.Rebwar Taha nehatiye dîtin.Ji ber ku bê ferqa etnîsîteyê walîyekî wêrek e.
Komeleyên Kerkûkê xizmeta hemûyan dikin û armanca serdana min bo Kerkûkê jî hemahengiya ligel tirkmenan e.Ez bang li xelkê vî bajarî dikim ku şerê mezhebî rawestînin da ku xizmeta neteweya tirkmen li Kerkûkê bikin, ne ku wek tirkmenên Hewlêrê ji bo berjewendiyên xwe kar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

