Li Kerkûk amadekariyên heştemîn konferansa Dîdara YNK`ê
YNK 01:14 PM - 2025-03-23
PUKMEDIA
Logoya YNK
Biryare roja Çarşema bê li Kerkûkê heştemîn konferansa
amadekarî ya duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê bike.
Komîteya Bilind a Duyemîn Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ji bo nirxandina konferansên berê yên li Mûsil, Hewlêr, Koye,
Germiyan, Helebce û Silêmaniyê civînek li dar xist û coşa hemû hevrêyên xwe yên
ji bo beşdarbûna di konferansan de bilind nirxand.
Komîteya Bilind her wiha biryar da ku çarşema bê 26/3/2025ê
li parêzgeha Kerkûkê nehemîn konferansa dîdara duyemîn a YNK were lidarxistin û
tê de hevalên rêxistinên Kerkûk û Selahedîn beşdarî bibin.
Armanca van konferansan amadekirina duyemîn dîdara berfireh
a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku wê bi amadebûna Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tê lidarxistin.
Armanca konferansan ewe ku nêrîna nû ya YNKê û amadekariyên
qonaxeke nû ya jiyana siyasî û rêvebirina Herêma Kurdistanê ji nû ve were daraştin
û gotûbêjkirin. Di konferansan de kadro, kesayetên navdar û pêkhateyên cuda yên
YNKê dê beşdarî konferansê bibin.
Di konferansan de, kadro û beşdarên YNKê dê nêrîna xwe ya
derbarê paşeroja YNKê û siyasetên ku di qonaxên pêş de bên meşandin, pêşkêş
bikin. Her wiha armanca wan konferansan bihêzkirina pêgeh û bandora YNKê ye ku
wek aliyek herî diyar û bibandor li ser qada siyasî ya Herêma Kurdistanê, Êraq
û navçeyê û herwiha li ser asta peywendiyên navdewletî. Mekanîzmayek ji bo
guhastin û pêşketinên ku li herêmê diqewimin dê were gotûbêjkirin û pejirandin.
Yekemîn konferansa YNK roja 12/3/2022ê bi serperiştiya Qubad
Talebanî dest pê kir û di 31/5/2022ê de bi dawî hat û di konferansê de siyaseta
YNKê di warên cuda de hate diyarkirin û bû stûnek ji siyaseta giştî ya YNKê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

