Li Tirkiyeyê bi sedan kes hatin girtin
Kurdistan 03:09 PM - 2025-03-21
Ajans
Xwepêşandanên girseyî yên Tirkiyê
Li Tirkiyeyê li dijî girtina Ekrem Îmamoglû zêdetirî 400 kes hatin girtin.Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, rewş her ku diçe aloztir dibe.
Li Tirkiyê li dijî girtina şaredarê Stenbolê yê ku ji aliyê dozgeriyê ve doz hatibû vekirin, çalakiyên protestoyî didomin.Îmamoglu û 100 berpirs û endamên CHPê bi tawana gendelî, alîkariya terorê û yên din girtin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, wan 37 kes bi tometa ku li ser torên civakî gurr kirine, girtine. Li ser hesabê fermî yê Îmamoglû ya li ser tora civakî ya Xê bang li welatiyan tê kirin ku bêdeng nemînin û li hemberî rewşa Tirkiyeyê rabin ser piyan.
Di roja ewil a aloziyên li Stenbolê de zêdeyî 350 kes hatin girtin û girêdanên înternetê hatin qutkirin.Girtina Îmamoglû di demekê de ye ku tê çaverêkirin ku di rojên pêş de wek namzedê fermî yê CHPê yê serokomariyê û hevrikê Erdogan were destnîşankirin.
Girtina Îmamoglû bû sedema nerazîbûna hemwelatiyên Tirkiyê, ku gelek ji wan di wê baweriyê de ne ku ev mijar siyasî ye û girêdayî hewla Erdogan bo dirêjkirina dema serokatiya xwe ye.
Li ser vê yekê Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk ev îdia red kir û bal kişand ser serweriya hiqûqê û serxwebûna dadgehan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

