Stran Ebdullah: Kadroyên YNKê karekterên sereke yên Dîdar in
Kurdistan 06:04 PM - 2025-03-19
PUKMEDIA
Stran Ebdullah
Endamê Serkirdatiya YNKê dibêje: “Dîdara di nava partiyan de ezmûneke nû ye û bûye kevneşopiyek di nava YNKê de, ji ber wê jî kadroyên YNKê karekterên sereke ne di civînê ne û amaje bi pirsgirêkan dikin û piştre jî çareseriyên xwe pêşkêş dikin.’’
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: “Dîdar di nava partiyan de ezmûneke nû ye û YNK kar li ser wê yekê dike, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku bi rêya vê yekê em dikarin biryarên rast derbarê arastekirina karên pêşerojê yên YNKê bidin.’’’
Her wiha got: Dîdar di nava YNKê de bûye kevneşopî û piraniya projeyên civîna yekem di kongireya pêncem de hatine cîbicîkirin, her çende armanca civînê li ser du stûnan e, mijarên navxwe û nêrîna partiyê li ser mijarên siyasî.’’
“Konferansa Silêmanî temam dike şeş konferansên din ên ku berê li Mûsil, Duhok, Koye, Hewlêr, Germiyan û Helebce hatibûn lidarxistin û hemû jî amadekariya Dîdara sereke ne.
Wî got: “Di civînê de kadroyên YNKê karekterên sereke ne û dê amaje bi pirsgirêkan bikin û piştre jî çareseriyên xwe pêşkêş bikin. Bi vî awayî YNK dixwaze şêwazên xebata siyasî biguhere û sûdê ji biryarên komî bigire.’’
Îro 19-3-2025, heftemîn konferansa duyemîn civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê birêve çû.Endamên serkirdayetî, polîtburoya Çemçemal û rêhevalên Çemçemal li ser mijarên girîng û siyaseta partiyê gotûbêj kirin, dest pê kir û dê çend rojan berdewam bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

