Pirsgirêka parvekirina mûçeyên Hêzên 70’an hate çareserkirin
Kurdistan 03:31 PM - 2025-03-19
PUKMEDIA
Logoya Hêzên 70
Berdevkê wê hêzê got, pirsa parvekirina mûçeyên hêzên 70 hatiye çareserkirin.
Wiha got: “200 milyon dînar kêmasî di mûçeyên hêzên 70’ê de hebû, lê bi hewlên desteya hesap a wezareta me ev pirsgirêk hatin çareserkirin.”
Berdevkê Hêzên 70 Ehmed Letîf ji PUKMEDIA re wiha got: “Ji ber kêmbûna 200 milyon dînar di mûçeya meha Sibatê ya hêzên 70’ê de, parvekirina mûçeyê meha Sibatê li ser Pêşmergeyên me dereng mabû, lê hewlên hesabpirsînê yên wezareta me ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dagirtina kêmasiyê berdewam bûn.’’
Letîf got: “Sibe 20-3-2025 mûçeyên hêzên 70’ê dê bên parvekirina.’’Ev jî li halekê ye ku ev çend roj in dest bi parvekirina mûçe hatiye kirin.Biryar bû duh 18-3-2025 mûçeyên hêzên 70 yên Pêşmerge bihata parvekirina , lê ji ber kêmasiyê parvekirina mûçeyên wan paş ket.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

