Ji ber baykotê hereşeya size û mûçe birîn li parlementaran tê kirin
Îraq 10:50 AM - 2025-03-19
Ajans
Encumena Nûnerên Êraqê
Mehmûd El-Meşhedanî serokê parlemanê, dupat kir ku ev mehek
û nîve parleman ti civîn lidarnexistiye, ev yek nayê qebûlkirin, ji ber ku
welatî hêvî dikin ku nûnerên xwe kar bikin û ji bo vê mebestê jî ew
hilbijartine.
El-Meşhedanî di daxuyaniyeke televîzyonî de ku ji aliyê PUKMEDIA
ve hatiye şopandin, wiha got: Em li ser seknandina mûçeyên parlamenteran û
serokê parlamentoyê ne, ji ber ku zêdetirî mehekê ye me tiştek nekiriye, ji ber
ku mûçe di berdêla kar de tê dayîn.
Got jî: ti biryareka siyasî bo rawestandina karê encumena
nûneran nîne, lê li ser yasaya Heşda Şeibî nekokî hene, hin alî jî naxwazin ew
yasa derbikeve heta pêkhateya Heşda Şeibî bê pesend kirin û ev jî sedema serekî
ya rawestandina karê encumenê ye.
Ji aliyê xwe ve Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Sebah Hebîb ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Ji aliyê yasayî ve, Serokê
Parlamentoyê nikare mûçeyê parlementeran paşde bigire, lê dikare xwe bispêre
bernameya beşdarnebûna di civînan de.
Got jî: Di encumena nûneran de biryarek berê heye ku
milyonek dînar ji mûçeya her perlemantarekê bê birîn eger beşdarî civînê nebe, serokê
parlemanê jî dikare pişta xwe bi vê biryarê bibeste û parlementarên ku bê
hinceta beşdarî civînan nabin ceza bike.
Got jî: Fireksiyonên Kurdistanî li hemû civînên civata
nûneran amade bûn û di heyama borî de, em çendîn car beşdarî civata nûneran
bûn, lê ji ber nebûna ne temamkirina endaman û boykotkirina civînan ji aliyê
çend fireksiyonên parlamentoyê ve.
Serokatiya Meclisa Nûneran beriya niha biryar dabû ku
parlementerên ku beşdarî civînan nebin ji
mûçeyê wan milyonek û nîv tê birîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

