Talebanî: Pêwîstiya Kurdistanê bi hikûmeteke kargêr û xizmetkar heye
Kurdistan 07:16 PM - 2025-03-17
Ofîsa Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi Balyozê Fransa re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Dorrel kir û di wê hevdîtinê de mijara avakirina hikûmetê û çend mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Civîna roja duşemê (17.3.2025) bi amadebûna Jan Brem Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê birêve çû, pêşhatên dawî yên danûstandinên pêkanîna kabîneya dehem hatin gotûbêjkirin.
Di vê derbarê de, Qubad Talebanî eşkere kir ku civîna navbera Bafil Celal Talebanî Serokê YNKê û Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di atmosfereke erênî de derbas bûye. Got jî: Civîn dê bandorek erênî li ser civîna bê ya şanda bilind a danûstandinan a YNK û PDKê bike.
Di vê çarçoveyê de cîgirê serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi hikûmeteke kargêr, bihêz û xizmetguzarî heye. Wî got ku ew hemû hewlên xwe didin ji bo destnîşankirina mekanîzmayên guncaw ji bo ferzkirina aliyan ji bo cîbicîkirina rêkeftinê.
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin û rêkeftina Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara jî wek gaveke girîng û pêwîst hat nirxandin. Cîgirê serokwezîr hêvî xwest ku hemû alî û pêkhateyên Sûriyê bikarin bi diyalog û têgihiştinê pirsgirêkan çareser bikin û Sûriyeya nû bi awayekî nû ava bikin ku maf û daxwazên hemû civakan pêk werin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

