Talebanî bû serokê fexrî yê Klûba Werzîşê ya Silêmaniyê

Kurdistan 02:51 PM - 2025-03-17
Talebanî ligel serok û endamên desteya rêveber a Klûba Werzîşê ya Silêmaniyê Rûpela şexsî ya Qubad Talebanî

Talebanî ligel serok û endamên desteya rêveber a Klûba Werzîşê ya Silêmaniyê

werziş Silêmanî

Qubad Talebanî wek serokê fexrî yê Klûba Werzîşê ya Silêmaniyê hat destnîşankirin û ragihand: “Silêmanî klubeke dayikê ye û divê vegere ser rewşa xwe ya rewa. Ji bo vê yekê jî emê plansaziyeke berfireh ji bo 5 s
alên bê amade bikin û klûbê vegerînin asta ku rûmet û dîroka wê ya geş heq dike.’’
Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya şexsî wiha nivîsî: "Dîroka werzîşê li Silêmaniyê bi Klûba Werzîşê ya Silêmaniyê ve girêdayî ye û gelek nifşên mirovan bi vê klubê re bîranînên xwe hene. Silêmanî kluba dayikê ye û divê di vê qonaxê de vegere cihê xwe yê rast."

Ew lê zêde dike: "Min bi serok û endamên desteya rêveber a klûbê re hevdîtin kir, me bi hûrgulî li ser çawaniya vejandin û pêşvebirina klûbê, ku niha çend tîm di werzîşên cûda de hene, nîqaş kir.

“Ez bi serokatiya wan serbilind im. Me karmendê rûmetê yê klûbê tayîn kir û biryar da ku di demek kin de plansaziyek çêbikin. “Divê em klûbê ji bo 5 salên pêş me amade bikin da ku bi xebat û wêrekiya me hemûyan Silêmanî bigihînin asta ku heq dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket