Li ser rewşa Sûriyê panelek hat lidarxistin
Kurdistan 05:46 PM - 2025-03-15
Tayîbet
Panela Rewşa Sûriyê
Desteya Ragihandinê ya Buroya Ragihandinê panelek ji bo Cîgirê Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman li ser rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê piştî rûxandina rêjîma Esed li dar xist.
Di panelê de ku serokê desteya ragihandinê Letîf Nêrweyî, hejmarek ji endamên serkirdayetiyê, berpirsên partiyan, nûnerên çend partiyên siyasî, rewşenbîr û rojnamevan amade bûn, Ehmed Silêman rewşa Sûriyê bi giştî û Rojava bi taybetî gotûbêj kir.
Siyaseta Serok Mam Celal ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng bûEhmed Silêman rola Serok Mam Celal bilind nirxand û got:“Di dema derketina kirîza Sûriyê de, Serok Mam Celal ji Ebdulhemîd Derwîşî re got ku rewşa Sûriyê ji rewşa Misir û Tûnisê cuda ye ku rejîmên wan ji ber Bihara Erebî hilweşiyan.
"Sûriye piştegiriya Îran û Rûsyayê dwardigire, lewma divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rê li şer û pevçûnan bigirin. Lewma me weke partiya xwe kar kirk u Kurd bi awayekî aştiyane bigihin mafên xwe."
Silêman Ehmed diyar kir:"Eger xwepêşandanên aştiyane berdewam bibûna, wê rêjîma Esed di demeke nêzîk de hilweşiya, lê ji ber çekdarên tundrew ên ku di bin navê Artêşa Azad de dest bi êrîşan kirin, rêjîma Esed 14 salan domand."
Serok Bafil piştgirî da peymana Mazlum Abdî û Ehmed ŞaraCîgirê sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê got: Piştî rûxandina rejîma Esed, di 10ê Adara 2025an de, rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê di navbera Serokê Sûriyê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî de hate îmzekirin.
Wî got:"Peymana Şara û Mazlûm Ebdî ji bo parastina mafên Kurdan û pêşîgirtina li êrîşên derve girîng bû. Niha jî girîng e şandeke hevbeş biçe Şamê û daxwaza mafên Kurdan bike.
Di dawiyê de Silêman Ehmed got: Divê hemû aliyên din wek YNK piştgiriya Rojava bikin û hevsengiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd biparêzin, wek siyaseta Serok Mam Celal û piştgiriya Serok Bafil bikin, ji ber ku siyaseta YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir girîng û hevseng e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

