YNK`ê yekemîn hêz bû çû nav Duhok`ê
Kurdistan 11:16 AM - 2025-03-14
PUKMEDIA
Bajarê Duhok`ê
Di salvegera azadkirina Dihokê de, Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê yekem hêz bû ku derbasî nav bajêr bû.
Îro 14ê Adarê 34emîn salvegera serhildana Dihuk`ê ye û tevlî
parêzgehên din dibe ku di sala 1991an de li dijî rejîma berê rabûn ser piyan.
Di 5'ê Adara 1991'an de bajarê Raniye bû şahidê derketina
yekemîn serhildana lehengiya gelê Kurdistanê.
Serhildana 7'ê Adara 1991'an berfereh bû û giheşte bajarê
Silêmaniyê û tevahiya bajêr rabûn ser piyan, û piştî rûxandina hêzên rejîmê,
şêniyên wê bi temamî ketin bin kontrola xwe. Serhildanê hînî wan kir bi vî
awayî bajarê Silêmaniyê di 7ê Adar ya 1991an de hat rizgarkirin, di heman demê
de tava serhildanê geştir û geştir bû, heta ku di 11ê Adara 1991an de gihîşt
Hewlêr`ê û karîbû wek hemû bajarên din ên Herêma Kurdistan`ê tariya ku li ser
vî bajarî bû ji holê rake.
Paşê kurên serhildanê bi lez û bez li ser rêya serketin û
rizgariyê ku bi xwîna xwe ya pak û bêguneh reng kirin, çend bajaran rizgar
kirin: Dihok, Koye, Şeqlawa, Helebce, Amêdî, Mexmûr, Zaxo, Akrê, Derbendîxan,
Kalar, Çwarta, navçeya Pêncwîn`ê, heya navçeyên Kurdistan`ê û navçeyên Sakûyê û
navçeyên din yên Kurdistan`ê 20’ê Adara 1991’an rizgar kirin û bi vî awayî
qonaxa dawî ya vê rêwîtiya nemir, qehremanî ya ku bi serkeftineke zelal tacîdar
bû û tê de armancên bilind ên ku serhildan ji bo wan hatibû destpêkirin, bi
dawî kirin.
Fermandeyê Pêşmerge yê dêrîn Nazim Omer Debax ji PUKMEDIA re
ragihand: Di sala 1991`an de, piştî serhildana bajarê Raniye, me hêzên xwe li
ser du beşan dabeş kirin, ya yekem ber bi Hewlêr`ê ve û ya duyem jî ber bi
navçeya Şêxan a parêzgeha Dihok`ê ve bi rê ket.
Got jî: Hêzên me yên ku ber bi navçeya Şêxan ve çûn, di bin
fermana min de bûn û berî her hêzekê me karî derbasî nav bajarê Duhok`ê bibin,
piştî çend demjimêran ji cîh bûna çend demjimêran li nava bajêr, hin hêzên din
jî hatin alîkarîya me.
Navborî diyar kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK)
cîbicîkar û plansazê serhildanê bû, berî destpêkirina serhildanê, hemû hêzên
çekdar ên ser bi YNK`ê ve kom bûn û xwe ji bo serhildanê amade kirin û karîn
êrişî baregehên hizbî û leşkerî yên rejîma berê bikin û bajarên Kurdistan`ê
rizgar bikin.
Arşîfa PUKMEDIA (Xelkê Duhok`ê bi qheremaniya hêzên Pêşmerge
yên YNK`ê li dijî rêjîmê serî hildan).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

